Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 12:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

11 Yê ku van hemûyan pêk tîne, yek û eynî Ruh e. Ruh li gor daxwaza xwe van cihê cihê li her kesî belav dike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әв һʼәму жи хут Хԝәха әԝ Рʼӧһʼ дькә у һәр кәсирʼа башԛә-башԛә пʼарәвәдькә, чаԝа кӧ дьхԝазә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَونَ همو بِ دَسته یگ رِح و بِ واسِطا عَینی رِح تِنَ جی، گو اَوان بِ اِرادا خو نابَینا هر کَسه دا لِگوَ دِگَت و یگ بَ یگ دِدَتَ هر کَسَگه.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 12:11
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Yan îzina min li ser malê min tʼune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hʼevsûdîyê dikî, ku ez merʼd im?›


Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.


Ba li kʼu derê dixwaze rʼadibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji kʼu tê û kʼuda diçe. Her kesê ku ji Rʼuhʼ* dibe jî usa ye».


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,


Awa Xwedê kʼîjana dixwaze tê rʼeʼmê û kʼîjana dixwaze wan serhʼişk dike.


Lê rʼast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest.


Awa cûrʼe-cûrʼe pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî hene, lê xût dayîna wî Rʼuhʼî ne,


usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.


Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna.


Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye.


Lê çi ji pʼeydayîna me dikʼeve, em nigê xwe ji berʼa xwe dirêjtir nakin, lê weke wî sînorê dayî, çiqas Xwedê kire pʼara me, ku digihîje hʼeta cem we.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Belê ji me her kesîrʼa jî kʼerem hatîye dayînê, çawa Mesîh pʼarevekir.


Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ