Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 10:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

32 Ne ji bo Cihûyan, ne ji bo miletên din û ne jî ji bo civîna bawermendan a Xwedê, nebin sedemê terpilînê,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

32 Нә ньг бавежьнә бәр щьһуйа, нә бәр нәщьһуйа, нә жи бәр щьвина Хԝәде,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 اَذیَتا یهودیا آن یونانیا آن کلیسایا خدا نَگَن،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 10:32
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.


De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin.


civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Çima malêd we tʼunene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi werʼa bêjim? Pʼeyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim!


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Çimkî ez ji şandîya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand.


Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna.


Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:


Em dikin tʼu tiştîda nebine bayîsê kʼetina tʼu kesî, wekî qulixê me neyê lomekʼarkirinê.


We bona bêpʼergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêhʼesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim.


wekî kʼîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Rʼoja hatina Mesîhda şîrhʼelal û bêlekʼe bin


min kʼerbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê rʼastbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlekʼe bûm.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Lê heger ez derengî jî bikʼevim, tê zanibî gerekê çawa mala Xwedêda rʼabin-rʼûnên, ya ku civîna Xwedêyê sax e, stûn û hʼîmê rʼastîyê ye.


(Çimkî heger yek nizane malxêtîyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke?)


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ