Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Korîntî I, 10:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Awa delalêd min, ji pʼûtpʼaristîyê birʼevin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

14 Ji ber vê yekê hezkirîno, ji pûtperestiyê birevin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

14 Аԝа дәлалед мьн, жь пʼутпʼарьстийе бьрʼәвьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بَجا عزیزِت مِن، ژه بت پرستیه بِحلِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Korîntî I, 10:14
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê.


Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje».


Ez çawa tʼevî serwaxta xeber didim. Hûn xwexa bidine ber hʼesaba, ez çi dibêjim.


Belê ez çi bêjim? Gelo pʼût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd pʼûtarʼa têne dayînê berga tiştekî digirin?


Ne jî bibin pʼûtpʼarist, çawa ji wan hinek bûn, bona kʼîjana nivîsar e: «Cimeʼtê rʼûnişt xwar, vexwar û rʼabûn namûsa hevrʼa lîstin».


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane!


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Bona vê yekê «Xudan dibêje: De rʼabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd hʼeram nekʼevin, û Ezê we qebûl kim,


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,


Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ