Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 7:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Qanûna Mûsa merivê bêtʼaqet dike serekkʼahîn, lê sonda Xwedêye ku pey Qanûnêrʼa hat Kurʼ dike serekkʼahîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê hate kʼamilkirinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

28 Şerîet mirovên qels datîne ser karê Serokkahîntiyê. Lê peyva sondê ya ku piştî Şerîetê hat, Kurê ku heta bi herheyiyê hatiye bêkêmahî kirin, daniye ser karê serokkahîntiyê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

28 Ԛануна Муса мәрьве бетʼаԛәт дькә сәрәккʼаһин, ле сонда Хԝәдейә кӧ пәй Ԛанунерʼа һат Кӧрʼ дькә сәрәккʼаһин, Йе кӧ һʼәта-һʼәтайе һатә кʼамьлкьрьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 چون گو شِریعَت، انسانا ناو ضعفه واندا، کِفش دِگَت گو بِبِنَ کاهینه مَزِن، بله کلاما وه سوندا گو پاشه شِریعَته هات، گور گو حَتا اَبَده کامِل بویَ، کِفش گِر.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 7:28
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û Ewî wanrʼa got: «Herʼin wî rʼûvîyîrʼa bêjin: ‹Va Ez îro, sibê cina derdixim, nexweşa qenc dikim û rʼoja sisîya Ezê bigihîjime meremê Xwe›.


Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «Tʼemam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û rʼuhʼê Xwe da.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Belê hêja bû ku Xwedê, Yê ku her tişt bona Xwe eʼfirandîye û bi destê Xwe xwey dike Rʼêberê xilazbûna wan bi cefa kʼamil bikira, wekî gelek law tʼevî rʼûmeta Îsa bikirana.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Usa jî Mesîh, ne ku Xwexa Xwe bilind kir ku bibe serekkʼahîn, lê Xwedê Ew bilind kir û Wîrʼa got: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî».


lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î».


Lê kʼahîntîya Evî xilaz nabe, çimkî Ew hʼeta-hʼetayê dimîne.


Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ