Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 5:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Usa jî Mesîh, ne ku Xwexa Xwe bilind kir ku bibe serekkʼahîn, lê Xwedê Ew bilind kir û Wîrʼa got: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

5 Bi vî awayî Mesîh jî ji bo ku bibe Serokkahîn xwe bi xwe bilind nekir, lê belê Xwedê ew bilind kir û jê re got: «Tu Kurê min î, Îro tu ji min re bûyî.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ӧса жи Мәсиһ, нә кӧ Хԝәха Хԝә бьльнд кьр кӧ бьбә сәрәккʼаһин, ле Хԝәде Әԝ бьльнд кьр у Ԝирʼа гот: «Тӧ Кӧрʼе Мьн и, Тӧ иро Мьнрʼа буйи».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 هَ وِسا ژی مسیحْ دَرَجا خو ژِلَل نَبِر گو بِبیتَ کاهینه مَزِن، بَلگو بِ واسِطا وی کِفش بو گو گُته دا: «تِ گوره مِنی؛ ایرو، اَز بُ تَ بومَ باب.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 5:5
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.


Ewî bona me kir, awa gotî zarʼêd wanrʼa, gava Îsa ji mirinê rʼakir. Çawa Zebûra dudada jî nivîsar e: ‹Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî›.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Gelek cara û bi gelek cûrʼa Xwedê pêşda pê pʼêxembera kal-bavêd merʼa xeber daye,


Çimkî Xwedê tʼu milyakʼetîrʼa aha negotîye: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî» û dîsa: «Ezê bavê Wî bim, Ewê jî Kurʼê min be».


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


û ji Xwedê hate navkirinê «Serekkʼahînê mîna Melkʼî-Sadiq».


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ