Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Galatî 4:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

8 Hingê, çaxê ku we Xwedê nas nedikir, we ji yên ku ji xwe ne xwedê ne re xulamtî kir.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

8 Бәре, гава ԝә Хԝәде нас нәдькьр, ԝә хӧламти йед ӧсарʼа дькьрьн, кӧ рʼаст нә хԝәде бун.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بَرِ، وقته گو وَ خدا ناس نَدِگِر، وَ خُلامَتیا وان دِشدا دِگِر گو ذاته خودا خدا نینِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Galatî 4:8
31 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir.


Barnabasrʼa Zews gotin, Pawlosrʼa jî Hermês, çimkî xeberdanêda yê pêş ew bû.


Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.


û rʼûmeta Xwedêyê nemirî şikilê merivê pʼûçʼî-mirî, teyreda, çarpʼê û şûlikîyarʼa guhêrʼîn.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Weva eʼyan e gava hûn pʼûtpʼarist bûn, hûn usa pey pʼûtêd kerʼe lal kʼetibûn, her alîyava kʼetibûne bin qolêd wan.


Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.


Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.


Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe.


Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin


ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ