Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Galatî 3:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

21 Nexwe Şerîet li hember sozên Xwedê ye? Na, tu caran! Çimkî eger Şerîeteke ku vedijîne bihata dayîn, hingê erê, rastdarî wê bi Şerîetê bûya.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

21 Аԝа Ԛанун мьԛабьли созед Хԝәде йә? Тʼӧ щар! Бәле һәгәр ԛанунәк һәбуйа, кӧ бькарьбуйа жийин бьда, һьнге әʼсәйи рʼастһʼәсаббун ԝе бь ԛануне бьбуйа.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بَجا آنی شِریعَت له ضِدّ وَعدِت خدایَ؟ حاشا! چون هَگو شِریعَتَگ هاتِبا دایین گو بِگاریت ژیانه بِدَت، بَجا هِنگه بَراستی صالِح بون، دیه بِ واسِطا شِریعَته با.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Galatî 3:21
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».


Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? Tʼu car, lê em Qanûnê mak dikin.


Tʼu car! De bira Xwedê rʼast be û hʼemû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serkʼevî».


Tʼu car! Heger ne usa be, Xwedê wê çawa dîwana dinê bike?


lê Îsraêl ku pey Qanûnê diçû ku rʼast bê hʼesabê, negihîşte wê yekê.


Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi hʼerfa kʼolayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrʼûmet bû, wekî zarʼêd Îsraêl nikaribûn rʼûyê Mûsa binihêrʼîyana, ji dest wê şewqa rʼûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya,


Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car!


Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm,


Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Awa tʼemîya pêşin ji dest sistî û bêkêrîya wê hate betalkirinê,


çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ