Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Galatî 2:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Lê bona wan jî, yêd ku sereke kʼifş dibûn, (qet xema min nîne, ku ew berê çi bûne, Xwedê firqîyê nake nava meriva), wan sereka jî tʼu tiştê nû minrʼa negotin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

6 Lê yên ku giregir tên dîtin – demekê çi bûn, ji bo min ferq nake. Xwedê li şexsê mirovan nanêre – ez dibêjim yên giregir, tiştekî zêde hînî min nekirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

6 Ле бона ԝан жи, йед кӧ сәрәкә кʼьфш дьбун, (ԛәт хәма мьн нинә, кӧ әԝ бәре чь бунә, Хԝәде фьрԛийе накә нава мәрьва), ԝан сәрәка жи тʼӧ тьште ну мьнрʼа нәготьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 بله وان سَرُکه گو هِتبار وان دِتَ گِرِن، گو بُ مِن فَرق ناگَت اَو کِنَ، خدا چه فَرق و جُداتیه نادانِتَ نابَینا انسانادا، اَز دِبِژِم گو، اَو سَرُکه گو هِتبار وان دِتَ گِرِن چه له مِن زِدَ نَگِرِن،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Galatî 2:6
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.


Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»


Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu rʼast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî.


Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta.


Wextekê Tʼewdas pêşda hat, ku xwe danîbû dewsa yekî mezin û weke çarsid merivî jî xwe lê girtibûn, ew hate kuştinê, hʼemû peyçûyêd wî jî tʼûrʼ-tʼûrʼî bûn û kes nema.


Lê bi tʼexmîna min ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd eʼyane ha kêmtir nînim!


Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im.


Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tʼu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne.


Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ