Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Filîpî 4:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

3 Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бәле әз һиви жь тә жи дькьм һәвалбаре мьни амьн, тӧ жи али ԝан кʼӧлфәта бькә. Әвана тʼәви мьн хәбата Мьзгинидайинеда худан рʼетьнә, ӧса жи тʼәви Клемес у һәвал-хәбатед мьнә майин, кӧ навед кʼижана кʼьтеба жийинеда ньвисар ьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بَله، اَی همکاره وفادار اَز ژه تَ ژی دِخازِم گو آریکاریا وان ژِنگانَ بِگَی، اَونَ گو گَل اَکْلیمِنتُس و همکاره مِن یه دیتِر گو ناوه وان ناو دَفترا ژیانه دا هاتیَ نِویساندِن، رَخ یِگودو گَل مِدا رِیا انجیله دا زحمت کِشانَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Filîpî 4:3
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navêd we li eʼzmana nivîsar e».


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Silavê bidine Tirîfênayê û Tirîfosayê, kʼîjan bona navê Xudan dixebitin. Silavê bidine Persîsêya delal, ku gelekî xûdan rʼêtîye bona Xudan.


Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min.


Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê.


Evana ji hʼizkirinê dannasîn dikin, çimkî ew zanin ku ez ser vî qulixî hatime danînê, ku piştgirîyê Mizgînîyê bikim.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


çimkî hûn rʼoja pêşinda hʼeta îro tʼevî şixulê Mizgînîdayînê bûne.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tʼevî Xudan yekbûyî bira li hev bên.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.


Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.


Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.


Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.


Qet tiştekî hʼeram wê nekʼeve bajêr, ne jî yêd ku kʼirêtîyê û derewa dikin wê bikʼevinê, tʼenê ewêd ku kʼitêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê.


Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ