Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Efesî 4:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

22 ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

22 Дә һун хәйсәте хԝәйи бәре жь хԝә дур хьн, ԝи мәрьве кәвьни кӧ бь һавьжийед һʼьләкʼарва дерьсбуйи йә

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 گو اون انسانه قدیم گو یا ژیانا وَ یا بَرِ یَ، گو بِ داخازیه گو دِلِبینِن رِزی بِبو، بَر خودا دَرخینِن،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Efesî 4:22
27 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


Çimkî gune ji tʼemîyê mecal stand ez xapandim û bi wê kuştim.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


We bona bêpʼergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêhʼesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne.


De bira her teʼlayî, hêrs, berzeqî, qarʼe-qarʼ û gotinêd nerʼêda ji we dûr bin tʼevî her cûrʼe kʼîn-boxîyêva.


Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyatʼa xweye gunekʼar hatine birʼînê.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke.


Heger yek xwe xwedênas hʼesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasîya wî pʼûçʼ e.


Çimkî hûn zanin wekî hûn ji rʼaw-rʼizimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêrʼa yan zîva nehatine kʼirʼînê,


Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.


Xirabîya wanê li wan vegerʼe. Kʼêfa dilê xwerʼa xirabîya ku rʼo-nava-rʼojê dikin xwerʼa şabûn hʼesab dikin. Evana lekʼe û hʼeram in, tʼevî we dixwin-vedixwin û hingê nava rʼîyêd xweye derewda kʼêf dikin.


Lûtê rʼast jî, ku ji bêpʼergalîya nepʼakaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ