Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Efesî 3:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

10 Wisa ku şehrezayiya Xwedê ya pirr alî, bi navgîniya Civînê, ji serwerî û desthilatiyên li cihên ezmanî re bê dazanîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Мәрәме Хԝәде әв бу, ԝәки ньһа сәрԝахтийа Хԝәйә щурʼә-щурʼә, бь дәсте щьвине ль сәрԝерти у һʼӧкӧмәтед дийаред әʼзманава әʼйан бькә,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 گو نَهَ وِسا بِ واسِطا کلیسایه حکمتا جُرواجُرَ خدا سَر سَروَرا و خُدان قُدرَته ناو جیِت اَسمانی دا آشگَرا بیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Efesî 3:10
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çiqasî kʼûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd Wî çiqasî ji hʼiş-aqila dûr in û kes serederîyê ji rʼîyêd Wî nake!


Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat,


lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê.


Lê em derheqa serwaxtîya Xwedêye surʼe veşartîda xeber didin, ya ku Xwedê hê berî eʼfirandina dinyayê, bona rʼûmeta me qirar kir.


Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku pê hʼemû dua-dirozgêd rʼuhʼanîye li dîyarê eʼzmana yektîya Mesîhda dua li me kirin.


ya ku Wî bi merʼdanî ser meda barand, pê hʼemû serwaxtî û feʼmdarîyê.


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


Çimkî bi destê Wî her tiştêd li eʼrd û eʼzmana eʼfirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kʼursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hʼukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî eʼfirîne.


û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.


Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ