Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Efesî 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

5 hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

5 гава әм һе жь дәст нәһәԛийед хԝә мьри бун, Әԝи тʼәви Мәсиһ әм сах кьрьн. Бь кʼәрәме һун хьлазбуйи нә!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 حتا وقته گو اَم ناو گُنَهه خودا مِره بون، اَم گَل مسیحْ دا ساخ گِرِن - وَ بِ واسِطا لطفه نجات پَیدا گِریَ -

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Efesî 2:5
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Ev yek aha nabe, lê em bawer dikin, ku çawa em bi kʼerema Xudan Îsa xilaz dibin, usa jî ew».


Û Xwedêyê eʼdilayîyê zûtirekê wê serê mîrêcin binê nigêd weda bipʼelêxe. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we be.


Lê ji kʼerema Wî, bi azakirina Mesîh Îsa rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin.


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Çimkî gava eme hê bêçʼare bûn, Mesîh bona me nepʼaka wextda mir.


lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ