Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 3:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

14 Lê we Yê Pîroz û Rast înkar kir û we xwest ku mêrkujek ji we re bê berdan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ԝә йе Пироз у рʼаст тʼәхсир кьр у йе меркӧж хԝәст кӧ ԝәрʼа бе бәрʼдане.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بله وَ اَوه مُقدس و صالِح، حاشا گِر و وَ خاست قاتلَگ بُ وَ بِتَ آزاد گِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 3:14
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê serekêd kʼahîna û rʼûspîya eʼlalet rʼazî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda kin.


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Lê serekêd kʼahîna hê nav eʼlaletê dan, ku bixwazin wekî Barabas bona wan bê berʼdanê.


Girtîk kelêda hebû navê wî Barabas, ku tʼevî rʼaberîkʼarêd hevalêd xwe serhildanêda mêr kuştibûn.


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Anegorî xwestina wan, yê ku bona serhildanê û mêrkuştinê kelêda bû, berʼda. Lê Îsa hişte ser xwestina dilê wan.


Bona heqî-neheqîyê wê eʼyan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.


Hingê wan hê kire qîrʼîn, gotin: «Ne ku Vî merivî, lê Barabas berʼde!» Barabas jî qaçaxek bû.


Neheqîya bona kuştinê jî ser Wî nedîtin, lê dîsa hîvî ji Pîlato kirin ku Wî bide kuştinê.


çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize.


Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


û got: «Me hʼişk tʼemî li we nekir, ku bi Wî Navî hîn nekin? Lê va we Orşelîm bi hînkirina xweva tʼijî kirîye, hûn dixwazin cabdarîya xûna Wî Merivî bikine stûyê me».


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


We ew merivêd rʼast lomekʼar kirin û kuştin, kʼîjan ku miqabilî we rʼanebûn.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ