Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 28:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

23 Îcar rojek ji bo wî kifş kirin û gelek hatin ba wî, wî cihê ku lê dima. Ew ji serê sibê heta êvarê ji wan re şîrove kir, li ser Padîşahiya Xwedê şahidî kir û xebitî ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya wan bi Îsa bîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

23 Аԝа рʼожәк кʼьфшкьрьн у ԝе рʼожеда гәләк һатьнә ԝи щийе кӧ Паԝлос теда дьма. Әԝи сьбе һʼәта еваре ԝанарʼа бона Пʼадшатийа Хԝәде шьровәдькьр у бь мәʼрифәти даннасин дькьр, дәрһәԛа Исада жи бь Ԛануна Муса у ньвисаред пʼехәмбәра әԝ дьданә баԝәркьрьне.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 اَوان بُ پولس رُژَگ کِفش گِرِن و گَلَک مِرُو هاتنَ وه جیه گو پولس تِدا دِما گو وی بِبینِن. اَوی سِبیزو حَتا شَوه، کامِل راستا پادشاهیا خدادا قِسَ گِر. پولس سَعی دِگِر گو بِ واسِطا شِریعَتا موسی پِیغَمبَر و نِویساره پِیغَمبَرا، اَوان راستا عیسی دا قانع گَت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 28:23
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Çimkî bi cimeʼtî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dikʼet, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Û niha jî bona gumana wî sozê ku Xwedê daye kal-bavêd me dîwana min tê kirinê,


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir.


Afîya xûşkrʼa û Arxîpoyê hevaleskerê xwerʼa û usa jî wê civînêrʼa ku mala teda dicive:


Pêştirî vê yekê jî, minrʼa cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ