Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 27:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Em kʼetine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rʼêkʼetin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Tʼêsalonîkê merʼa bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

2 Em li gemiyeke Edremîtê ya ku diçû keviyên herêma Asyayê siwar bûn û bi nav deryayê ve çûn. Ji Selanîkê Erîstarxosê Mekedonî bi me re bû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әм кʼәтьнә гәмикә жь Әдрәмите, кӧ ԝе гәмиԝаргәһед ԛәза Асйайева бьчуйа у рʼекʼәтьн. Әристархойе мәкәдони жи жь Тʼесалонике мәрʼа бу.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَم گَمیَگه گو ژه شَهره آدرامیتینیه هاته بو و دِچو بُ بَندَرِت حَریما آسیایه، سیوار بون و کَتنَ ره. آریستارخوسه اَهله حَریما مقدونیه ژی گو خلقه شَهره تسالونیکیه بو گَل مَدا بو.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 27:2
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Rʼojekê Îsa şagirtêd Xweva kʼete qeyikê û gote wan: «Em derbazî wî berî golê bin». Û rʼêkʼetin.


Eva pey Pawlos û me kʼetibû, dikire qîrʼîn û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku werʼa bona rʼîya xilazbûnê dannasîn dikin!»


Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû.


Yêd sêrbazîyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kʼitêbêd xwe tʼop dikirine cîkî û li ber hʼemûya dişewitandin. Qîmetê wan hʼesab kirin, pêncî hʼezar zîv derkʼet.


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Partoyî, medî, eʼlamî, binelîyêd Mesopotamyayê, Cihûstanê, Kepedokyayê, Pontosê, Asyayê,


Lê gava me ew rʼoj derbaz kirin, em rʼabûn çûn û hʼemûya jina û zarʼava hʼeta bajêr der em verʼêkirin û devê beʼrê me çok da dua kir.


Wana gelek qedir-hurmet merʼa kirin û gava em rʼêkʼetin, ew tiştêd ku bona rʼê wê kêrî me bihatana merʼa dagirtin.


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Binelîyêd wir gelek qedir-hurmet merʼa kirin, agir vêxistin, ji ber wê sermayê û barana ku destpêkir em qebûl kirin.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ