Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 26:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Niha rʼabe ser nigêd xwe, Ez bona wê yekê teva xuya bûm, ku te bikime berdestîyê Xwe û şeʼdê wî tiştê ku te dît û wan tiştêd ku Ezê paşê ber te vekim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

16 Lê belê rabe û li ser lingan raweste; çimkî ez ji te re xuya bûm, da ku ez hem ji bo tiştên ku te dîtin û hem jî ji bo wan ên ku ezê bi wan xwe nîşanî te bidim, te şahid û xizmetkar destnîşan bikim.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

16 Ньһа рʼабә сәр ньгед хԝә, Әз бона ԝе йәке тәва хӧйа бум, кӧ тә бькьмә бәрдәстийе Хԝә у шәʼде ԝи тьште кӧ тә дит у ԝан тьштед кӧ Әзе паше бәр тә вәкьм.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 رابَ و سَر پِیه خو راوَستَ. چون گو مِن بِ وه آماجه خو نیشا تَ دایَ گو اَز تَ بِبِژِرِم گو تِ بِبی خُلامه مِن و شَهادَته بِدَی سَر هر دِشدَگه گو بِ واسِطا وه تَ اَز دیتِمَ و هر دِشدَگه گو اَزه بِ واسِطا وه خو نیشا تَ بِدَم.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 26:16
34 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

çawa ewêd ku pêşîyê bi çʼeʼvê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, merʼa gotin.


Ew tʼevî me nav hʼesabê meda bû û pʼara wî jî nava vî qulixîda bû».


wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe».


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanarʼa gilî kir.


Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minrʼa got: ‹Rʼabe herʼe Şamê û li wir her tiştê ku bona te kʼifşkirî ye bikî, wê terʼa bê gotinê›.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Min got: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Xudan got: ‹Ez ew Îsa me, Yê ku tu dizêrînî.


Lê emê xwe bidine dua û dannasînîya xeberê».


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye.


Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tʼevî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me.


Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Ev surʼa bi dayînekê li ber min hate vekirinê. Min li jorê kin werʼa nivîsî


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we,


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ