Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 22:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 çawa serekkʼahîn û tʼemamîya civîna rʼûspîya jî şeʼdê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê neʼme ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

5 Serokkahîn û tevahiya civîna rihspiyan dikarin li ser vê yekê şahidiyê ji min re bikin. Min ji wan nameyek ji bo birayên li Şamê stand û ez çûm wê derê, da ku ez yên ku li wir bûn, girêdayî bi xwe re bînim Orşelîmê, ku ew bên cezakirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

5 чаԝа сәрәккʼаһин у тʼәмамийа щьвина рʼуспийа жи шәʼде мьн ьн. Мьн сәр бьрайед щьһутийедайә Шаме нәʼмә жь ԝан һьлдабун дьчум ԝәки йед ԝьр жи гьредайи биньмә Оршәлиме кӧ бьдьнә щәзайе.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 وِسا گو کاهینه مَزِن و تواوی اَندامه شورایا مَزِنا دِگارِن سَر وه قِسا مِن شَهادَته بِدَن. مِن ژه وان مِرُوانَ بُ بِرایا نامَ اِستاندِن و چُمَ بُ آلیه شَهره دمشقه گو اَهله طریقته وِدَره بِگِرِم و اَوان بینمَ اورشلیمه گو جَزایا خو بِکِشِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 22:5
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Û gava sibeh zelal bû, kʼoma rʼûspîyêd cimeʼtê, serekêd kʼahîna û qanûnzana civîyan. Îsa kʼaşî dîwanxana xwe kirin


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


Gelî bira! Hʼewce ye ku ez aşkere bona Dawidê baveʼşîr werʼa bêjim, ku ew mir defin kirin, tʼirba wî hʼeta rʼoja îro jî nava meda ye.


«Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin».


û min Orşelîmêda kir jî. Min ji serekêd kʼahîna hʼukum stand û gelekêd ji cimeʼta Xwedê davîtine kelê û gava dihatine kuştinê, min jî dengê xwe dida.


Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin.


Awa ez carekê bi hʼukum û eʼmirê serekêd kʼahîna diçûme Şamê.


Sê rʼoja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanrʼa got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimeʼtê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê rʼomayîya.


Wana jî wîrʼa got: «Me bona te ji Cihûstanê ne neʼme standîye, ne jî ji birayêd me kes hatîye bona xirabîya te gilî kirîye yan xeber daye.


Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.


Rʼoja dinê serwêr, rʼûspî û qanûnzan civîyane Orşelîmê.


Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin.


Vir jî alîyê serekêd kʼahînada hʼukumê wî heye, hʼemûyêd ku gazî navê Te dikin bigire».


We bona bêpʼergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêhʼesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim.


min kʼerbî xîretê civîna Xwedê dizêrand, hindava wê rʼastbûna ku ji Qanûnê tê ez bêlekʼe bûm.


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ