Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 22:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Gava bi qayîşêd çʼerm girêdan, Pawlos sersedê sekinîrʼa got: «Gelo eva cayîz e ku hûn li bajarvanekî Rʼomayê xin, yê ku hê dîwana wî nebûye?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

25 Lê gava ku wan ew bi qayîşên çermîn girêdan, Pawlos ji sersedê ku li ba wî radiwesta re got: «Ma li gor qanûnê ye, ku hûn hemwelatiyekî Romayî, hê berî ku bê dîwankirin, bidin ber qamçiyan?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

25 Гава бь ԛайишед чʼәрм гьредан, Паԝлос сәрсәде сәкьнирʼа гот: «Гәло әва щайиз ә кӧ һун ль бажарванәки Рʼомайе хьн, йе кӧ һе диԝана ԝи нәбуйә?»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بله وقته پولس گِر دِدان گو شَلاقا وی بِدَن، پولس گُتَ افسرَگه گو وِدَره راوَستا بو: «ما قانون وه ایجازه دِدَتَ وَ گو مِرُوَگ گو هموَلاته رومیانَ، پِش هِنده گو دیوانا وی بِتَ گِرِن اون شَلاقا لِدَن؟»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 22:25
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Sersed lê vegerʼand û gotê: «Xudan, ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Lê tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be.


Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.


Lê Pawlos wanrʼa got: «Em, bajarvanêd Rʼomayê, bê dîwan bi cimeʼtî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin».


Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serhʼezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê Rʼomayê ye».


Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje».


Eva meriva ji cihûya hatibû girtinê, wê bi destê wan bihata kuştinê, ez pê hʼesîyam ku rʼomayî ye, bi eskerava gihîştimê û min ew xilaz kir.


Min li wan vegerʼand û got, wekî ne eʼdetê rʼomayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, hʼeta mecalê nedine yê gunekʼar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û rʼû bi rʼû ber wan caba xwe bide.


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.


Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ