Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 21:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

13 Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле Паԝлос щаб да у гот: «Һун чь дькьн? Чьма һун дьгьрин у дьле мьн дьшкеньн? Әз Оршәлимеда бона наве Хӧдан Иса нә кӧ тʼәне бона гьредане, ле бона кӧштьне жи һазьр ьм».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله پولس گُت: «اَوَ چه شُلَ گو اون دِگَن؟ اون دِگیریِن و دله مِن دِشگِنِن. چون گو اَز حاضِرِم سَر خاطره ناوه عیسیْ خاده نه تِنه بِکَومَ زیندانه دا، بَلگو اورشلیمه دا بِمِرِم.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 21:13
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Hʼemû jî gelekî girîyan, xwe avîtine stûyê Pawlos û rʼamûsan.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Ewî jî gelekî bîra we kirîye û ber xwe dikʼeve, wekî we bona nexweşîya wî bihîstîye.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Çimkî ez xwexa qurbanbûnêrʼa îdî ser rʼoj-rʼoja me û wextê çûyîna min pêrʼa gihîştîye.


Çimkî zanim ku ezê zûtirekê vî qalibî ji xwe bêxim, çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh eʼlamî min kirîye.


Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ