Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 17:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

1 Piştî ku Pawlos û Sîlas di Amfîpolîs û Apolonyayê re derbas bûn, hatin Selanîkê. Li wir kinîşteke Cihûyan hebû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әԝана Әмфиполис у Аполонйайева дәрбаз бун һатьнә Тʼесалонике, ԝи щийе кӧ кʼьништа щьһуйа һәбу.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه هِنده گو پولس و سیلاس ژه شَهره آمْفیپولیس و آپولونیا دَرباز بون، هاتنَ شَهره تسالونیکیه، گو وِدَره دیرَگه یهودیا هَبو.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 17:1
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Feʼmdarî ye ku hê qurʼnêd derbazbûyîda Qanûna Mûsa her bajarîda tê hînkirinê û hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada wê dixûnin».


Rʼoja şemîyê em ji dergehê bajêr derkʼetin çûne devê çʼêm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me rʼûniştî tʼevî kʼulfetêd civîyayî xeber dida,


Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Tʼevî wî ji Beroyayê Sopatroyê kurʼê Pîro, ji Tʼêsalonîkê Erîstarxo û Sêkûndo, Gayosê ji Dêrbê û Tîmotʼêyo, ji qeza Asyayê Tixîko û Trofîmo çûn.


Em kʼetine gemîke ji Edremîtê, ku wê gemîwargehêd qeza Asyayêva biçûya û rʼêkʼetin. Erîstarxoyê mekedonî jî ji Tʼêsalonîkê merʼa bû.


Çimkî carekê-duda ew tiştêd minrʼa kêrhatî we hʼeta Tʼêsalonîkîyê jî şandin.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ