Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 16:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Pey gelek lêdanêrʼa avîtine kelê û eʼmirî serwêrê kelê kirin, ku rʼind miqatîyê wan bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

23 Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

23 Пәй гәләк леданерʼа авитьнә кәле у әʼмьри сәрԝере кәле кьрьн, кӧ рʼьнд мьԛатийе ԝан бькә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 وقته اَو باش بِ زُپا کُت دان، اَو هاوِتنَ زیندانه دا و دَستور دانَ نُبَداره زیندانه گو چاوه خو سَر وان نَراگَت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 16:23
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin».


Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya.


Sibeh ku safî bû, esker gelekî tʼevîhev bûn, gelo çi hate serê Petrûs?


Gava Petrûs girt, avîte kelê sparte çar tʼaxima, ku her tʼaximek çar-çar esker bûn, wekî miqatî wî bin. Nêta wî ew bû ku pey Cejina Derbazbûnêrʼa wî derxe ber cimeʼtê, dîwana wî bike.


Gava serwêrê kelê hʼişyar bû û derêd kelê vekirî dîtin, şûr kʼişand ku xwe bikuje, çimkî wî tʼirê girtî rʼevîne.


Serwêrê kelê ev yek Pawlosrʼa got: «Serdar merî şandine wekî hûn bêne berʼdanê. Niha rʼabin bi xêr û silamet herʼin».


dest avîtine şandîya, avîtine kela cimeʼtîyê.


«Kela ji her alîyava dadayî bû û nobedar jî li ber dergeha bûn, lê gava me vekir, me hindurʼda tʼu kes nedît».


Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


destûrneʼme ser kʼinîştêd Şamê ji wî xwestin, wekî hʼukumê wî hebe jin û mêrêd ku li pey vê Rʼê diçin heger bibîne, wan bigire girêdayî bîne Orşelîmê.


Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.


lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ