Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 15:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Pawlos û Barnabas jî Entakyayêda diman, tʼevî gelekêd mayîn xebera Xudan hîn dikirin û dannasîn dikirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

35 Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

35 Паԝлос у Барнабас жи Әнтакйайеда дьман, тʼәви гәләкед майин хәбәра Хӧдан һин дькьрьн у даннасин дькьрьн.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 اَوان گَل گَلَک مِرُوه دی، کلاما خاده دَرس دِدان و وَعظ دِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 15:35
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ