Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




شُله رسولا 11:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Kurmanji Încîl

14 Wê ji te re peyvan bêje, tu û tevahiya mala te, hûnê bi wan xilas bibin.›

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әԝе тәрʼа ԝан готьна бежә, бь кʼижана те у тʼәмамийа нәфәред мала хԝәва хьлаз би›.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَو دیه بُ تَ پیامَگه بینیت گو بِ واسِطا وه پیامه دیه نجاته پَیدا گَی. هم تِ و هم تواوی اَهله مالا تَ.“

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




شُله رسولا 11:14
30 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe.


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


Û Ez zanim ku tʼemîya Wî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Awa çi ku Ez dibêjim, çawa Bavê gotîye Min Ez usa dibêjim».


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Hingê bavê kurʼik tê derxist, ku ew wê sihʼetêda bû, gava Îsa jêrʼa got: «Kurʼê te sax-silamet e». Bi vî awayî wî û tʼemamîya neferêd mala wî bawer kirin.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne.


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Ew çawa mêvan mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne».


Ewî merʼa got, ku çawa mala xweda milyakʼet dîtîye, ku sekinî ye wîrʼa gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin.


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.


Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».


(Rʼast e min mala Steyfan jî nixumand. Lê wekî mayîn nayê bîra min, ku min yekî din nixumandibe.)


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ