14 Û bi wan nîşanên ku jê re hatibûn dayîn, da ku li ber cenawirê pêşî bike, wî ew ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin, dixapandin. Ji wan re digot ku sûretekî ji wî cenawirî re çêkin ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin û dîsa dijiya.
14 Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.
دوکَلا عَذابا وان اَبَده حَتا اَبَده ژِلَل دِچیت. بُ اَونه گو وه حیوانه وَحشی و صورَتا وی پَرستِش دِگَن و بُ هَچی کَسه گو نیشانا ناوه وی دِستینیت، نه رُژوَ نه ژی شَوه چه رِحَتی چِنابیت.»
و میلیاکَتَگه دی، آنی میلیاکَته سِیه، دوو واندا هات و بِ دَنگا بِلند گُت: «هَگو یگ وه حیوانه وَحشی و صورَتا وی پَرستِش گَت و نیشانا وی دانِتَ سَر عَنیا خو آن دَسته خو،
هِنگه مِن حیوانَگه وَحشی دیت گو ناو بَحره دا هاتَ دَروَ، اَوی دَه شاخ و هَفت سَر هَبون، و دَه تاج سَر شاخِت وی و سَر هر سَرَگه وی ناوَگه کُفری هاته بو نِویسین.