2 Li gora mirovan her rêke wan rast e; lê yê ko dilan têxe mêzinê Xwedê ye.
2 Hemû riya mirovekî di çavê wî de rast e, Lê Xudan dilan datîne ser mêzînê.
Ji her yekî re reya wî xweş û pak dixuye; lê yê ko canan têxe şihînê Xwedê ye.
Hin reyekê diecibînin; lê di dawîyê ew wan digihîne mirinê.
Çêliyek heye bawer dike ko paqij e; herçend jî mirdariya xwe hêj ne şûştiye.
Heke, te ev ne kir û got; xwezî, me ne dizanî . . . Ma yê ko dilan diceribîne ev ne dîtiye? Yê ko canê te diparêze pê ni zane? û li her kesî li gora emelê wî venagerîne . . .
Piraniya xelkê xwe dipesinînin, lê gelo kî mirovekî pak wê peyda bike.
Bodile reya xwe rast dihesibîne; lê ko guhdide şiretan bîrewer e.
Zîv di dîzikê de; zêr di êtûnê de têne ceribandin; lê yê ko dilê mirovan diceribîne Xwedê ye.