6 Li ser serê dilpakan bereket heye; lê zorkerî rûyê xwediyê xwe wê reş bike.
6 Li ser serê kesê rast bereket dibare, Lê devê xeraban zordariyê vedişêre.
Mirovekî xwedîbext zehf qencî u bereketê dibîne; lê yê ko bi qesda dewlemendbûnê xwe dilezîne, dawî dikeve belayekê.
Lê yên ko wan diêşînin, têne pesinandin û bextiyari weke rehmetekê bi ser wan de tê.
Devê adilan kaniya jiyînê ye, lê zorkeri rûyê xwediyê xwe wê reş bike.
Yê ko bi qesda karekî zêde genimê xwe ji dest na de: xelk lanetan lê dikin; lê bereket digehe mirovê ko wî difiroşe.
Yê ko havînê kom dike şehreza ye: lê yê ko di dema bênderan de radikeve rûyê bavê xwe reş dike.
Laneta Xwedê di mala peyayên xirab de ye, lê Ew rehma xwe digihîne mala pakdilan;