5 Wê Aşqelon bibîne û bitirse, Wê Xeza êşan bikişîne. Wê Eqron jî wisa bike, Çimkî hêviya wê tefiyaye. Wê Xeza bêpadîşah bimîne, Wê şêniyê Aşqelonê nemîne.
Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.
Ezê kesê li Aşdodê rûdine Û li Aşqelonê gopal di destan de ye helak bikim. Ezê destê xwe li dijî Eqronê rakim Û wê saxmayiyên Filîstiyan tune bin” dibêje Reb Xudan.