Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Zebûr 102:3 - Kurmanji Încîl

3 Çimkî rojên min, wek dûmanê tune dibin, Wek êzingê agirpêketî, dişewitin hestiyên min.

Gade chapit la Kopi




Zebûr 102:3
11 Referans Kwoze  

Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe.


Wî ji jor ve agir şand, ew ket nav hestiyên min. Wî tor danî ber lingên min û ez zivirandim. Wî ez wêran kirim, ez tevahiya rojê xayîs im.


Belê wê xerab tune bibin; Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan, Wê telef bibin wek mijan.


Çermê min reş bû û ji ser min tê xwarê, Hestiyên min ji germê dişewitin.


Jiyana min bi êşê dibore, Bi axîn derbas dibin salên min, Ji ber gunehan qels dibe hêza min, Û hişk dibin hestiyên min.


Wî çerm û goştê min helandin, Wî hestiyên min şikandin.


Ez bûm wek meşka nav dûmanê, Belê ez qanûnên te jibîr nakim.


Ji ber xezabe te, nema sihet di bedena min, Ji ber gunehê min, nema rihetî di hestiyê min.


Veneşêre rûyê xwe ji min, Bi hêrs berî xulamê xwe nede! Tu ji min re bûyî alîkar, Min nehêle, min bernede, Ey Xwedayê min ê xelaskar!


Çimkî tu yî zinar û keleha min, Ji bo xatirê navê xwe, Pêşengiyê bike, bibe rêber ji bo min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite