3 Li ser gelê min pişk avêt. Wan kur wekî destmiza fahîşeyan dan, Ji bo şerabê keçik firotin û vexwarin.
Dîsa jî ew hat sirgûnkirin, Gelê wî êsîr bû. Zarokên wî jî li serê her kuçeyê hatin perçekirin. Ji bo rûmetdarên wî pişk hat avêtin, Hemû mezinên wî hatin zincîrkirin.
Çimkî roja xerîb mal û milkên wî talan kirin, Roja biyanî ketin dergehên bajêr Û ji bo Orşelîmê pişk avêtin, Tu jî dûr sekinî û bûyî wekî wan.
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên gelê Îsraêl, Ezê cezayê wan ranekim. Ew rastan ji bo pere, Hejaran ji bo cotekî çarox difiroşin.
darçîn, biharat, bixûr, rûnê bîhnxweş, cewîşêrîn, şerab, dohnê zeytê, arê xas, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirovan êdî tu kes nakirre.
Erê, we yê li ser sêwiyan pişk biavêta Li ser hevalê xwe bazarê bikira.
Serxweşno, hişyar bin û bigirîn! Şerabvexwarno, ji bo şeraba şîrîn bizarin! Çimkî ji ser devê we hatiye hildan.