7 Wekî mêrxasan dilezînin, Wekî şervanan dibezin ser sûran, Herkes bi riya xwe ve diçe, Ji rê averê nabin.
Padîşahê kuliyan tuneye, Lê hemû ref bi ref bi hev re diçin
Di nav bajêr de dilezînin, Dibezin ser sûran. Hildikişin ser malan, Wekî dizan di kulekê re dikevin hundir.
“Bikevin nav rezên wî û xera bikin, Lê bi tevahî neqedînin. Guliyên wan jêkin û bavêjin, Çimkî ew ne yên Xudan in.
Dawid wê rojê wiha got: “Her kî ku Yevûsiyan têk bibe, bila ew di coya avê re êrîşî ‘Kor û kulekan’ bike ku Dawid ji wan nefret dike.” Sedema ku dibêjin “Kor û kulek nikarin bikevin malê” ev e.
Şawûl û Yonatan şîrîn û beşerxweş bûn, Di jiyan û mirinê de ji hev veneqetiyan. Ji teyran leztir, Ji şêran hêzdartir bûn.
Roj, wek zavayê ku ji gerdekê dertê ye, Bi kêf e, wek bezdarê li ber bezînê ye.
Bedena min gelek caran qulqulî dikin, Wekî şervanekî bi ser min de dilezînin.
Kes kesî dehf nade, Herkes dide ser riya xwe. Di nav çekan de êrîş dikin û diçin Û nayên sekinandin.
Ji Aşêriyan, çil hezar şervanên ji şer re amade û bikêrhatî.