Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yoêl 2:5 - Kurmanji Încîl

5 Wekî dengê erebeyên şer, Çawa ku dengê pêtên êgir pûş dixwe Û artêşeke hêzdar a ji şer re xwe amade dike, Ew li serê çiyan dipengizin.

Gade chapit la Kopi




Yoêl 2:5
9 Referans Kwoze  

Û wek zirxên hesinî zirxên wan hebûn û dengê baskên wan mîna dengê wan erebeyan bû ku gelek hesp wan dikişînin û dibezin cengê.


Loma çawa ku agir pûş dixwe, Çawa ku giyayê ziwa di nav pêta êgir de jinişkave dikeve, Wê koka wan birize, Kulîlkên wan wek tozê berhewa bibin. Çimkî wan dev ji Şerîeta Xudanê Karîndar berda, Gotinên Pîrozê Îsraêl kêm dît.


Wê Xudan dengê xwe yê biheybet bide bihîstin. Bi hêrsa rabûyî, bi pêta agirê ku dixwe û tune dike, Bi qelişîna ezmanan, bi tavî û bi zîpikê, Zendê xwe nîşan bide.


Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»


Gelo tu wekî kulî wan didî pengizandin? Te hirîna qure û tirsdar daye wan?


Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in. Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye, Ew li hespan siwar dibin. Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine, Ew li dijî te ne, ya Babîla keç!


Bi vî awayî gel, ji bo ku di şûna kayê de pûş bide hev li seranserê welatê Misrê belav bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite