Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yoêl 1:18 - Kurmanji Încîl

18 Ka binêrin heywan çawa dinalin! Keriyên dewaran bêçare digerin. Çimkî mêrga wan tuneye, Keriyên pêz perîşan bûn.

Gade chapit la Kopi




Yoêl 1:18
10 Referans Kwoze  

Ji ber vê yekê welat şînê dike, Her kesê lê rûdine ziwa dibe. Heywanên çolê, teyrên ezmanan, Masiyên deryayê jî tune dibin.


Heta kengê, wê welat şînê bike Û giyayê hemû zeviyan biçilmise? Ji ber xerabiya şêniyên wî, Çivîk û heywan tune bûn. Çimkî mirovan got: “Ew pêşeroja me nabîne.”


Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne.


Heywanên çolê jî bi hilkehilk gazî te dikin, Çimkî kanî ziwa bûn Û êgir mêrgên çolê daqurtandin.


Ahav ji Ovadya re got: “Were em herin li hemû kaniyên avê û newalên welêt bigerin. Belkî em giya bibînin û hesp û hêstiran têr bikin ku em heywanan winda nekin.”


Silêmanê Padîşah û tevahiya civaka Îsraêl ku li ba wî kom bûbûn, pê re li ber sindoqê bûn. Ewqas pez û dewar serjê dikirin ku nedihatin hejmartin an hesibandin.


Wî got: “Xudan ji Siyonê dike himîn, Ji Orşelîmê dengê xwe bilind dike. Mêrgên şivanan şînê dikin û diçilmisin, Serê Çiyayê Karmelê ziwa dibe.”


Heke darhejîr kulîlk nedin, Bi mêwan ve tirî tunebe, Darzeytûn berê xwe nedin, Zevî dexil nedin, Hevşî ji pez vala bibin Û di axuran de dewar nemînin,


Ji ber vê yekê ezman xunava xwe, erd berê xwe nade we.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite