16 Ma xwarina me li ber çavê me, Kêf û şahiya Mala Xwedayê me nehat birîn?
Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê, Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê, Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min, Bi çengê spas bikim.
Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.
Lê wê rojê birayê wî, Wê dengê xwe bilind bike û bêje: “Ez nikarim birînan bipêçim, Li mala min ne nan, heye, ne jî xiftan. Min nekin serwerê gel.”
Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin, Bila şa bin yên ku li Xudan digerin!
Kêf û şahiyê bi min bide bihîstin, Da ku şa bin hestiyên ku te pelçiqandin.