Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yoêl 1:14 - Kurmanji Încîl

14 Dema rojiyê diyar bikin, Civîneke mezin kifş bikin. Rîspî û hemû şêniyên welêt, Li Mala Xwedayê xwe Xudan bicivînin Û ji Xudan re bikin hewar.

Gade chapit la Kopi




Yoêl 1:14
15 Referans Kwoze  

Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila herkes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne.


Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê di roja heştan de civîneke pîroz çêkin û pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Ev civîna mezin e, hûnê karê xwe yê rojane nekin.


Ezra her roj, ji roja pêşî heta roja dawî ji Nivîsa Şerîeta Xwedê xwend. Heft rojan cejn kirin. Di roja heştan de, li gorî rê û rêbazan civîna mezin hat çêkirin.


Yêhû got: “Ji bo rûmeta Baal civîneke mezin amade bikin.” Wan ev yek ragihand.


“Here û tevahiya Cihûyên li Sûsayê bicivîne, ji bo min rojiyê bigirin. Sê şev û sê rojan ne bixwin, ne jî vexwin. Ez û xizmetkarên xwe jî, emê rojî bigirin. Paşê tevî ku ne li gorî qanûnê ye jî, ezê herim ba padîşah. Ez bimirim jî, ne xem e.”


Di meha nehan a pêncsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de hemû gelê Orşelîmê û hemû Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine Orşelîmê li hizûra Xudan rojiyek îlan kir.


Rîspîno, bibihîzin! Hemû şêniyên welêt, guh bidin! Gelo di dema we yan dema bav û kalên we de Tiştekî wiha qewimiye?


Xelkê Nînewayê bawerî bi Xwedê anî. Rojî girt û ji mezinan heta biçûkan, her kesî çûx li xwe kir.


Bicivin! Gelê bêşerm, bicivin!


“Cihûdayî şînê dikin û dergehên wan çilmisî ne. Ew bi keder li erdê rûdinin, Qareqara Orşelîmê bilind dibe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite