Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêşû 7:1 - Kurmanji Încîl

1 Lê Îsraêlî li ser tiştên ku ji Xudan re hatibûn veqetandin nedilsoz bûn. Ji eşîra Cihûda, Exanê kurê Karmiyê kurê Zavdiyê kurê Zerah, hinek tiştên hatibûn veqetandin hildan. Li ser vê yekê Xudan li gelê Îsraêl hêrs bû.

Gade chapit la Kopi




Yêşû 7:1
19 Referans Kwoze  

Ma Exanê kurê Zerah di tiştên ji Xudan re hatine veqetandin de nedilsozî nekir û xezeb bi ser tevahiya civaka Îsraêl de nehat? Jixwe ji ber sûcê xwe, ew tenê helak nebû!’”


Şehrezayî ji çekên şer çêtir e, Lê gunehkarek gelek tiştên xweş tune dike.


Ev tişt di çavê Xwedê de xerab bû. Li ser vê yekê wî gelê Îsraêl ceza kir.


Hûnê jî îro dev jê berdin û terka Xudan bikin? Heke hûn îro serî li dijî Xudan rakin, wê sibê Xudan li tevahiya civaka Îsraêl hêrs bibe.


“Tevahiya civaka Xudan vê dibêje: ‘We îro bi çêkirina vê gorîgehê bi Xwedayê Îsraêl re nedilsozî kir û dev ji riya wî berda. Ev çi nedilsozî ye ku hûn li dijî Xwedayê Îsraêl dikin?


Piştre deryavanan ji hev re got: “Werin em pişkê bavêjin û hîn bibin ka gelo kê ev bela aniye serê me.” Wan pişk avêt û li Ûnis ket.


Min got: “Ya Xwedayê min, ez rezîl û şermezar dibim. Ez nikarim, rûyê min tuneye berê xwe bidim te. Çimkî neheqiyên me ji qirikê borîn û sûcên me gihîştin ezmanan.


Xudan dîsa ji gelê Îsraêl hêrs bû, Dawid li dijî wan sor kir û got: “Here, gelê Îsraêl û gelê Cihûda bijmêre.”


“Tu dadperwer î, ya Reb! Ji ber ku em ne dilsoz bûn te em avêtin welatên dûr û nêzîk. Em ew Cihûyên ku li wan deran dijîn, şêniyên Orşelîmê, hemû Îsraêlî îro em di nav şermê de ne.


Mûsa ji Harûn û ji kurên wî Êlezar û Îtamar re got: “Porên xwe neyînin xwarê, kincên xwe jî neçirînin. Yan na hûnê jî bimirin û wê Xudan li tevahiya civakê hêrs bibe. Lê bila mirovên we û tevahiya Mala Îsraêl, ji bo agirê Xudan bigirîn.


Gava Gêhazî gihîşt serê gir, ew tişt ji destên xulaman standin û li malê veşartin. Paşê xulam şandin û ew jî çûn.


Hemû kurên Aqûb hatin ser laşan û bajarê ku xwişka wan lê hatibû qirêjkirin, talan kirin.


Xerabiya te ji bo mirovan e, Ji bo kesên wekî te ye, Rastiya te jî, ji bo kurê mirovan e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite