Yêşû 5:1 - Kurmanji Încîl1 Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya. Gade chapit la |
Heke niha xulamiya Xudan li ber çavê we ne baş be, divê hûn îro hilbijêrin ka hûnê xulamiya kê bikin. Gelo hûnê xulamiya îlahên bav û kalên we bikin ku li aliyê din ê Çemê Feratê xulamî dikirin? An hûnê xulamiya îlahên Amoriyan bikin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin!”