Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêşû 3:7 - Kurmanji Încîl

7 Di vê navberê de Xudan ji Yêşû re wiha got: “Ji îro pê ve ezê te li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl mezin bikim. Wê bizanibin ku çawa ez bi Mûsa re bûm, wisa jî bi te re me.

Gade chapit la Kopi




Yêşû 3:7
13 Referans Kwoze  

Wê rojê Xudan Yêşû di çavê hemû gelê Îsraêl de mezin kir. Çawa ku di tevahiya emrê Mûsa de wan qedir da wî, wisa jî qedir da Yêşû.


Wê di hemû rojên jiyana te de tu kes li dijî te ranebe, çawa ku ez bi Mûsa re bûm, wisa jî ezê bi te re bim. Ezê te bernedim û nehêlim.


Xudan, Silêman li ber çavê tevahiya gelê Îsraêl mezin kir û heşmeta padîşahiya bêhempa da wî ku bi tu padîşahekî li welatê Îsraêl heta niha nebû.


Te da min mertalê rizgarkirina xwe, Destê te yê rastê ez girtim, Nefsbiçûkiya te ez bilind kirim.


Me çawa di her tiştî de guhdariya Mûsa kir, emê wisa jî guhdariya te bikin. Tenê bila Xwedayê te Xudanê ku bi Mûsa re bû, bi te re be jî.


“Mirov çi ye ku tu wî mezin bikî, Çi ye ku dilê xwe pê mijûl bikî


Piştî ku Îsa ev tişt gotin, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û got: «Ya Bavo, saet hat! Kurê xwe bi rûmet bike, da ku Kur jî te bi rûmet bike.


Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.


Yêşû ji kahinan re got: “Sindoqa Peymanê hildin û bidin pêşiya gel.” Bi vî awayî wan sindoq rakir û danî pêşiya gel û meşiyan.


Tê li kahinên ku Sindoqa Peymanê hildigirin emir bikî û bibêjî: ‘Çaxê hûn hatin ber keviya Çemê Şerîayê, di avê de bisekinin.’”


Ma min ji te re negot hêzdar û wêrek be? Netirse û neşikê. Çimkî li her dera ku tu bimeşî, Xwedayê te Xudan bi te re ye.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite