Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêşû 3:4 - Kurmanji Încîl

4 Bi vî awayî hûnê riya xwe nas bikin. Çimkî hûn berê di vê riyê re qet derbas nebûne. Herwiha nêzîkî Sindoqa Peymanê nebin. Bila di navbera we û wê de bi qasî du hezar gazan dûrahî hebe.”

Gade chapit la Kopi




Yêşû 3:4
12 Referans Kwoze  

Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e, Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e.


Dema Şawûl padîşah bû, tu fermandarê gelê Îsraêl bûyî. Xwedayê te Xudan ji te re got: ‘Tê bibî şivanê gelê min Îsraêl. Tê li ser gelê min Îsraêl bibî serwer.’”


Xwedê got: “Zêde nêzîk nebe. Çaroxên xwe ji piyên xwe derxe. Çimkî cihê ku tu pê lê dikî, erdê pîroz e.


Sînorekî li dora çiyê bikişîne û ji gel re bêje: ‘Nabe kes derkeve çiyê û xwe nêzîkî qûntara wî bike. Her kî xwe nêzîkî çiyê bike, divê bê kuştin.


Lê Mûsa ji Xudan lava kir û got: “Ezbenî ya Reb! Ne duh, ne pêr û ne jî, ji dema tu ji xulamê xwe re dibêjî heta niha, ez ne zilamê peyivînê me. Zimanê min giran e.”


Aqûb di rûyê Lavan de ferq kir ku êdî wekî berê pê re tevnagere.


Çimkî Tofet ji zû ve hat amadekirin, Erê, ji bo padîşah hat amadekirin! Wî ew kûr û fireh kir. Loda wî agir û gelek êzing e. Hilma Xudan wek lehiya kukurdê wê pê dixe.


Wan li gel emir kir û got: “Gava we dît kahinên Lêwiyî Sindoqa Peymana Xwedayê we Xudan hilda û bir, hûn jî rabin û bidin pey.


Yêşû ji gel re got: “Xwe pîroz bikin, çimkî wê sibê di nav we de Xudan kerametan bike.”


Her kî ku bitirse ji Xudan, Ew hînî wî dike riyan.


Xudan, Pîrozê Îsraêl ê Rizgarkarê te wiha dibêje: “Xwedayê te Xudan ez im Ku ji bo te yê bikêr hînî te dike Û di riya tu diçiyê de te dimeşîne.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite