Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêşû 24:1 - Kurmanji Încîl

1 Yêşû hemû eşîrên Îsraêl li Şexemê civandin. Wî gazî rîspî, serek, dadger û peywirdarên Îsraêliyan kir û ew li pêşberî Xwedê sekinîn.

Gade chapit la Kopi




Yêşû 24:1
13 Referans Kwoze  

Wî hemû Îsraêlî, rîspî, peywirdar, dadger û rêberên wan civandin û ji wan re got: “Ez pîr bûme û bi salan ve çûme.


Lê we pişta xwe daye wî Xwedayê xwe ku hûn ji hemû zilm û zoriyan rizgar kirine. Lê we got: ‘Na! Ji me re padîşahekî kifş bike.’ Niha li ber Xudan, eşîr bi eşîr û binemal bi binemal bisekinin.”


Ji ber vê yekê min zû şand pey te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hemû li vê derê li ber Xwedê amade ne, da ku em hemû tiştên ku Xudan li te emir kirine, bibihîzin.»


Rehovam çû Şexemê çimkî tevahiya gelê Îsraêl çûbû Şexemê ku wî bikin padîşah.


Avram li welêt geriya û heta ber darmaziya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan.


Wan hemû îlahên xerîb ên bi xwe re û guharên xwe dan Aqûb û wî ew li bin darberûya li Şexemê veşartin.


Ji bo ku hûn di her tiştî de bi ser bikevin, hay jê hebin ku hûn gotinên vê peymanê pêk bînin.


Bi vî awayî wan li Celîleyê, li herêma çiyayî ya Nefteliyê bajarê Qedeşê, li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê û li herêma çiyayî ya Cihûdayê bajarê Qîryat-Arbayê –ku Hevron e– veqetandin.


Tevahiya gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê û giriya. Li wir li hizûra Xudan rûnişt û wê rojê heta êvarê rojî girt. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kir.


Yoşiyayê Padîşah xeber şand û hemû rîspiyên Cihûda û Orşelîmê li ba xwe civandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite