Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêşû 2:10 - Kurmanji Încîl

10 Çimkî me bihîst gava hûn ji Misrê derketin, çawa Xudan ava Derya Sor li ber we ziwa kir û we bi çi awayî li rojhilatê Çemê Şerîayê, Sîhon û Ogê padîşahên Amorî bi tevahî tune kirin.

Gade chapit la Kopi




Yêşû 2:10
13 Referans Kwoze  

Lê Sîhonê Padîşahê Heşbonê nexwest em di welatê wî re derbas bibin. Çimkî Xwedayê we Xudan canê wî hişk kir û dilê wî şidand ku wekî îro wî bide destê we.


Xwedayê ku ew ji Misrê deranîn, Bi qasî qiloçên gakoviyan hêzdar e.


Bi vî awayî bila hemû gelên dinyayê bizanibin destê Xudan hêzdar e û hûn jî hergav ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin.’”


Mûsa ji Qadêşê qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: “Birayê te Îsraêl dibêje: ‘Haya te ji hemû tengasiya ku me kişand heye:


Xwedayê ku ew ji Misrê deranîn, Bi qasî qiloçên gakoviyan hêzdar e. Wê miletên jê re dijmin in daqurtîne Û hestiyên wan bişikêne. Bi tîrê xwe wan qul bike.


Gava hemû padîşahên Amorî yên li rojavayê Çemê Şerîayê û hemû padîşahên Kenaniyên li ber Derya Spî bihîst ku Xudan heta ku Îsraêlî derbas bûne ava çêm ziwa kiriye, dilê wan heliya. Ji ber tirsa Îsraêliyan ziravê wan qetiya.


Te kanî û lehiyan rakir, Çemên ku hergav diherikin ziwa kir.


û ya ku wî anî serê herdu padîşahên Amorî ku li aliyê din ê Çemê Şerîayê diman; Sîhonê Padîşahê Heşbonê û Ogê Padîşahê Başanê yê ku li Eştarotê dima, bihîstin.


Min ji pêşiya we mozebeş şandin û wan herdu padîşahên Amoriyan ji ber we qewitandin. Ev yek bi şûr û kevanê we çênebû!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite