2 ji padîşahên herêma çiyayî ya bakur, padîşahên Eravaya ku li başûrê Gola Kînneretê ye, padîşahên Şefêlaya bakur, padîşahên Nafot-Dora ku li rojava ye,
Eşîra Minaşşe şêniyên Bêtşean û gundên wê, Taenax û gundên wê, Dor û gundên wê, Yîvleam û gundên wê û Megîddo û gundên wê neqewitandin. Kenaniyan ji bo ku li welêt bimînin, li ber xwe da.
û li ser axa ji Eravayê ber bi rojhilat ve heta Gola Kînneretê, ber bi aliyê Bêtyeşîmotê ve heta Gola Eravayê –Gola Xwê– û ber bi aliyê başûr ve jî heta palên Çiyayê Pîsgayê, serwerî dikir
Di nav axa Aşêr û Îssexariyan de jî parên Minaşşeyiyan hebûn; Bêtşean û gundên wê, Yîvleam û gundên wê, Dor û gundên wê, Eyn-Dor û gundên wê, Taenax û gundên wê, Megîddo û gundên wê. Yê sisêyan Nefet bû.
Li Deşta Şerîayê, bajarên Bêtharam, Bêtnîmra, Sûkkot û Safon, beşê din ê axa Sîhonê Padîşahê Heşbonê û rojhilatê Çemê Şerîayê ku digihîşt keviya başûr a Gola Kînneretê jî tê de bûn.
Wî çaxî Yêşû bi ser Enaqiyan ve çû û wî ew ji herêma çiyayî, ji Hevron, Devîr û Enavê, ji hemû herêmên çiyayî yên Cihûdayê û Îsraêlê helak kirin. Yêşû bi bajarên wan ve, bi tevahî ew tune kirin.
Bi vî awayî çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya welêt; herêma çiyayî, Negev, Şefêla, palên çiya û tevahiya padîşahên wan, têk birin. Wî tu kesî sax nehiştin. Wî her kesê ku hilma xwe dida û distand kuştin.
Gîvoniyan jî, ji Yêşû re xeber şand ku li Gîlgalê li artêşgehê dima: “Xulamên xwe tenê nehêle! Bi lez were, me rizgar bike. Alîkariya me bike. Hemû padîşahên Amoriyên ku li herêma çiyayî rûdinin, li dijî me civiyane!”
Ben-Hadad guh da Asayê Padîşah û fermandarên artêşên xwe bi ser bajarên welatê Îsraêl ve şandin. Wî bajarên Îyon, Dan, Avêl-Bêtmaexa û herêmên Kînneret û Nefteliyê desteser kirin.