Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 5:19 - Kurmanji Încîl

19 Gava ew bêjin: ‘Çima Xwedayê me Xudan tevahiya van tiştan anîn serê me?’ tê ji wan re bêjî: ‘Çawa ku we dev ji min berda û li welatê xwe xulamiya îlahên xerîb kir, hûnê li welatekî ku ne yê we ye wisa ji xerîban re xulamiyê bikin.’

Gade chapit la Kopi




Yêremya 5:19
18 Referans Kwoze  

Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’


Heke tu di dilê xwe de bêjî, “Ji bo çi ev hatin serê min?” Ji ber zêdebûna xerabiyên te, Dawa te rabû û destdirêjî li te bû.


Kole li ser me serweriya xwe dajon, Kesê me ji destê wan rizgar bike tuneye.


Tu dibêjî: ‘Ez bêsûc im, Bêguman hêrsa wî ya li dijî min daket.’ Va ye, ji ber ku te got: ‘Min guneh nekir.’ Ezê dadbariya te bikim.


“Çimkî gelê min du xerabî kirin; Wan ez, kaniya ava jiyanê berdam Û ji bo xwe bîr kolan, Bîrên terikî ku avê hilnadin.


Ma Îsraêl kole ye? Ma ew koleyê ku li malê hat dinyayê? Ji bo çi bû malê talên?


Gotina Xudan ev e: “Lê di wan rojan de jî ezê we bi tevahî neqedînim.


“Ji Mala Aqûb re bêjin, Li Cihûdayê jî bidin bihîstin:


Xudan dibêje: “Çimkî wan dev ji Şerîeta min a ku min da wan berda. Wan guhdariya dengê min nekir û li gorî wî nemeşiyan.


Ma kî ewqasî şehreza ye ku vê yekê fêm bike? Ma devê Xudan ji kê re got ku ew gotina wî eşkere bike? Ji bo çi welat tune û wêran bû. Çima bû beriyeke wisa ku kes tê re derbas nabe?


Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite