Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 49:5 - Kurmanji Încîl

5 Gotina Reb Xudanê Karîndar ev e: “Va ye, ezê ji hemû gelên derdora we, Bi ser we de sawê bînim. Wê her kesê ji we bi aliyekî ve belav bibe Û wê tu kes firaran nede hev.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 49:5
16 Referans Kwoze  

Pez û konan, perde û taximên wan bistînin, Deveyên wan ji xwe re bibin. Wê hewara wan bilind bibe Û bibêje: ‘Li her derê saw heye!’


Ez çi bibînim? Ew bizdiyane û vekişiyane. Mêrxasên wan şikestin, lingo qurbano direvin! Li pey xwe nanêrin, Li her derê saw heye.” Ev e gotina Xudan.


Wê her yek ji we ji qulên dîwaran derkeve Û heta Harmonê bê avêtin.” Ev e gotina Xudan.


Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê te ji bo te û ji bo hemû dostên te bikim saw. Tê bi çavên serê xwe bibînî ku hemû hevalên te bi şûrê dijmin dikevin. Ezê tevahiya Cihûdayê bidim destê Padîşahê Babîlê. Wê wan sirgûnî Babîlê bike û bide ber şûran.


Wê hejmara jinebiyên wan ji sêlaka deryayê bêtir be. Ezê nava rojê bi ser dayika xortan de xerabkaran bişînim Û jinişkave saw û tengasiyê bînim ser wan.


Ew lava dikin û dibêjin: “Şîretan li me bike, Ji bo me biryarê bide. Bila wekî hênikahiya şevê, Di nava rojê de siya te li ser me be. Me qewitandiyan veşêre, Me filitiyan nede dest.


Xerab, kes nede pey jî direve, Lê rast wekî şêrê ciwan ji xwe ewle ye.


Dengê sawê di guhên wî de ye, Di aştiyê de xerabkar bi ser wî de tê.


Ezê ruhekî bixim nava wî, wê xeberekê bibihîze, bizivire welatê xwe û ezê wî li welatê wî, bi şûr bidim kuştin.’”


Ji wan re got: “Ez dizanim ku Xudan welat daye we. Tirs û sawa we ketiye ser me hemûyan. Hemû şêniyên welêt ji tirsa we dihelin.


“Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”


Ji wan re qîriyan û gotin: “Qirêjno vekişin! Vekişin, vekişin! Xwe bi tiştekî nekin!” Gava reviyan û bi serserîtî geriyan, Di nav miletan de dihat gotin: “Bila êdî li vir nemînin.”


Neçin çolê Û li ser rê nemeşin. Di destê dijmin de şûr, Li her derê saw heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite