Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 49:16 - Kurmanji Încîl

16 Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 49:16
21 Referans Kwoze  

Ew heta diyarê miriyan bikolin jî, Wê destê min wan ji wir bîne jorê. Rabin ezmanan jî, Ezê wan ji wir bînim jêrê.


Lê Xudan wiha dibêje: “Wê dîlên destê mêrxas esse bên standin, Wê talanê zordar bê rizgarkirin. Kesê dijberiya te bike, ezê dijberiya wî bikim. Ezê zarokên te rizgar bikim.


Ma bi emrê te eylo bilind dibe Û hêlîna xwe li bilindciyan çêdike?


Pozbilindiya mirov wî nizim dike, Lê nefsbiçûkî rûmetê tîne.


Beriya hilweşînê pozbilindî, Beriya ketinê jî ruhê quretiyê tê.


Çaxê Xudan rabe ku dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin qelîştokên zinaran Û şikeftên zinarên bilindciyan.


Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.


Jiyan û mirin di destê zimên de ye, Kesên jê hez dikin, wê ji berê wî bixwin.


Amatsya deh hezar Edomî li Geliyê Xwê kuştin û Selayê bi şer stand. Navê wê kir Yoqteyêl û heta niha jî wisa ye.


Çawa ku hêlînekê bibîne, Destê min dewlemendiya miletan dît. Çawa hêkên hêlînên terikî tên hilanîn, Min jî tevahiya dinyayê wisa da hev. Yekî jî baskê xwe nehejand, Devê xwe venekir û nekir çîveçîv.”


“Va ye ezê te di nav miletan de biçûk bikim, Wê mirov te kêm bibînin.


“Gazî tîravêjan û hemû kesên kevanan ditikînin bikin, Li dijî Babîlê bicivînin. Li derdora wê artêşgehan deynin, Bila tu kes nefilite. Bergîdana karê wê bidin, Çi kiribe, bînin serê wê. Çimkî wê li dijî Xudan, Li dijî Pîrozê Îsraêl quretî kir.


Babîl heta ezmanan jî bilind bibe, Bircên xwe yên li bilindciyan xurt jî bike, Ezê xerabkaran bi ser wê de bişînim.” Ev e gotina Xudan.


Wey li wî ku xaniyê xwe Bi qezenca neheq dadigire, Ji bo ku ji felaketê bireve, Mala xwe li bilindciyan ava dike!


lê ji Esaw nefret kir. Min herêma wî ya çiyayî wêran kir û mîrasa wî da çeqelên beriyê.”


“Tu çawa dibêjî, ‘Em mêrxas in û şervanên amade ne’?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite