Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 49:12 - Kurmanji Încîl

12 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Kesên heq nekirine jî kasa cezayê vedixwin, Gelo kesekî wekî te wê bêceza bimîne?! Na! Tê bêceza nemînî û esse vexwî!”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 49:12
9 Referans Kwoze  

Çawa we li çiyayê min ê pîroz, Ji tasa felaketê vexwar, Wê hemû milet jî wisa vexwin, vexwin, Heta tune bibin! Çawa ku qet nebûne.”


“Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.”


Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvana adil terbiye bikim Û te bêceza nehêlim.”


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan ji min re wiha got: “Tu vê kasa şeraba xezebê ji destê min hilde û bi hemû miletên ku ezê te bişînim ba wan bide vexwarin.


Kesê henekê xwe bi feqîran dike, Tinazê xwe bi Afirînerê wan dike, Kesê bi felaketê şa dibe, bêceza namîne.


Îsa bersîv da û got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin?» Wan got: «Em dikarin.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite