Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 49:10 - Kurmanji Încîl

10 Lê ezê Esaw şilfîtazî bikim, Cihên wî yên xewle vekim. Wê nikaribe xwe veşêre. Ziriyeta wî, bira û cîranên wî wê helak bin, Wê bi xwe jî tunebe.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 49:10
13 Referans Kwoze  

Dema êvarê, va ye tirs û saw! Beriya ku bibe sibe, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, Pişka kesên me bişelînin.


Wek ku hatiye nivîsîn: «Min ji Aqûb hez kir, lê ji Esaw nefret kir.»


Ya Têman, wê mêrxasên te bişikên, Wê hemû kesên li çiyayên Esaw helak bibin.


Ew xwe bispêrin serê Çiyayê Karmelê jî, Ezê li wan bigerim û bigirim. Li ber çavê min xwe di deryayê de veşêrin jî, Ezê li marê avê emir bikim ku bi wan vede.


Gelo kesek dikare xwe li dera dizî veşêre Ku ez wî nebînim?” Ev e gotina Xudan. “Ma erd û ezmanan ne ez dadigirim?” Ev e gotina Xudan.


Ezê xezîneyên di tariyê de dimînin Û dewlemendiya veşartî ya sitaran bidim te Ku tu bizanibî ez, Xwedayê Îsraêl Xudan, Bi navê te gazî te dikim.


Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan, Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan. Ew wan diparêze her û her, Dûndana xeraban tê birrîn.


Ezê dawa te bi ser çavê te ve hildim Û wê şerma te xuya bibe.


Ya Siyona keç! Cezayê te qediya, Wê Xudan te zêdetir di sirgûnê de nehêle. Lê keça Edomê! Ji ber neheqiya te, wê te ceza bike Û gunehên te derxe meydanê.


Wê her tiştê Esaw bê talankirin, Wê xezîneyên wî yên veşartî bêne derxistin!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite