Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 46:2 - Kurmanji Încîl

2 Gotin li dijî Misrê û artêşa Nexoyê Firewnê Misrê hat ku li bajarê Karkemîşa li keviya Çemê Feratê dima û Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê di sala çaran a Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoşiya de ew têk bir ev e:

Gade chapit la Kopi




Yêremya 46:2
16 Referans Kwoze  

Di rojên padîşahiya Yoşiya de Nexoyê Firewnê Misrê ji bo alîkariya Padîşahê Aşûrê bike çû ber Çemê Feratê. Yoşiyayê Padîşah bi ser vî de çû û gava Nexoyê Firewn li Megîddoyê dît, ew kuşt.


“Ji Misrê re bêjin! Li Mîgdolê bidin bihîstin! Li Memfîsê û li Tahpanhêsê jî bidin bihîstin. Bêjin: ‘Tevdîra şer bikin, Çimkî wê şûr kesên derdora te daqurtîne.’


Yêremyayê Pêxember ev gotin ji Barûkê kurê Nêriya re digotin û Barûk jî, ji devê wî ev li ser tomarekê dinivîsandin. Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de Yêremya jê re got:


Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:


Herwiha Padîşahê Misrê Firewn, xulam, serek û hemû gelê wî,


Di sala çaran a Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku yeksaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bû, gotina Xudan li ser tevahiya gelê Cihûda ji Yêremya re hat.


Ma Kalno ne wekî Karkemîş e? Hama ne wekî Arpadê ye? Samerya jî ne wekî Şamê ye?


va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.


Va ye tu niha bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.


Ji bo ku li Orşelîmê ew padîşahiyê neke, Nexoyê Firewn li Rîvlaya welatê Hamayê ew girê da û li ser welatê Cihûdayê sed telant zîv û telantek zêr wek bac danî.


Padîşahê Misrê, careke din ji welatê xwe derneket. Çimkî Padîşahê Babîlê, ji Newala Misrê heta Çemê Feratê, her tiştên wî jê standin.


Wê were û êrîşî welatê Misrê bike. “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr.


Peyama li ser Misrê: Va ye, Xudan li ewrê bi lez siwar bûye Û diçe Misrê. Pûtên Misrê li ber wî dilerizin, Dilê Misriyan di nava wan de dihele.


Wê rojê wê li nav welatê Misrê ji Xudan re gorîgehek û li sînorê wê ji Xudan re kevirbel bê çikandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite