Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 45:4 - Kurmanji Încîl

4 “Loma Xudan ji min re got: ‘Tê jê re wiha bêjî: Ezê ya ku min ava kiriye hilweşînim û ya min daçikandiye ango seranserê welêt ji kokê rakim.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 45:4
12 Referans Kwoze  

Çawa min ji bo ji kokê rakirin û hilweşandinê, ji bo xerakirin û tunekirinê û ji bo kirina belayê çavdêrî kiribe, ezê ji bo avakirin û daçikandinê jî wisa li ser wan çavdêriyê bikim.” Ev e gotina Xudan.


Binêre, min îro tu li ser milet û padîşahiyan kifş kirî ku tu ji kokê rakî û hilweşînî, tune bikî û xera bikî, ava bikî û daçikînî.”


Xudanê Karîndar ê ku tu danî, Li dijî te xerabiyê emir kir. Çimkî Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Ji Baal re bixûr pêxist. Bi vî awayî hem li xwe xerabî kir, Hem jî ez hêrs kirim.


Wê wisa bibe ku çawa Xudan bi qenckirin û zêdekirina we şa bû, wê di tunekirin û helakirin we de jî ewqas şa bibe. Hûnê ji ser wê axa ji bo ku ji xwe re bikin milk diçinê, bên rakirin û avêtin.


Tu wan dadiçikînî û ew kok didin, Mezin dibin û fêkî didin. Ew bi dev nêzîkî te ne, Lê dilê wan ji te dûr e.


Dema kuştinê û dema saxkirinê, Dema xerakirinê û dema avakirinê,


Wî malika xwe wekî malika bexçeyê rakir, Wî meskenê xwe rakir. Xudan li Siyonê cejn û Sept dan jibîrkirin. Bi xezeba xwe ya dijwar, Padîşah û kahin red kirin.


“Ji bo vê yekê ezê niha wê qane bikim û bibim beriyê, Ezê li gorî dilê wê pê re biaxivim.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite