8 Lê deh kesên ji wan, ji Îsmaîl re got: “Me nekuje! Li nav zeviyê, di kewarên me yê veşartî de ceh, genim, zeyt û hingivê me hene.” Li ser vê yekê Îsmaîl dev jê berda û ew bi kesên din re nekuştin.
«Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?
Sarinca ku Îsmaîl laşên zilamên kuştî û Gedalya avêtibûyê mezin bû. Asayê Padîşah ev der ji tirsa Baeşayê Padîşahê Îsraêlê çêkiribû. Îsmaîlê kurê Natanya bi zilamên ku kuştine, ev der tije kir.