Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 41:18 - Kurmanji Încîl

18 Çimkî ew ji Kildaniyan ditirsiyan. Ji ber ku Îsmaîlê kurê Natanya, Gedalyayê kurê Ahîqam ê ku Padîşahê Babîlê ew kiribû waliyê welêt kuştibû, ew ji wan ditirsiyan.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 41:18
11 Referans Kwoze  

Heke tu li vir bimînî, dixwazî here ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafanê ku Padîşahê Babîlê daniye ser bajarên Cihûdayê û di nav gel de, li ba wî rûne yan jî here dera li ber çavê te baş e.” Bi vî awayî fermandarê parêzvanan qût û diyarî danê û ew berda.


wê gavê wê şûrê ku hûn jê ditirsin li wir, li welatê Misrê bigihîje we. Xelaya ku hûn jê ditirsin jî wê li wir, li Misrê bi pêsîra we bigire û hûnê li wê derê bimirin.


Hûn ji Padîşahê Babîlê ditirsiyan, êdî netirsin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Çimkî ez bi we re me ku we ji destê wî xilas û rizgar bikim.


Ma tu ji kê tirsiyayî û ketî nava mitalan Ku tu derewan dikî? Ma tu çawa min bi bîr nayînî Û vê yekê naxî dilê xwe? Gelo ji ber ku ez demeke dirêj hiş bûm, Tu ji min natirsî?


Di meha heftan de, Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah e, bi deh kesan re hat. Wan li Gedalya xist. Ew tevî Cihûdayî û Kildaniyên ku li Mîspayê li ba wî bûn, mirin.


Hemû fermandar, Yohananê kurê Qarêah, Ezaryayê kurê Hoşaya û tevahiya gel, ji biçûkan heta mezinan hatin


Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan da ser kesên li welatê Cihûda hiştibûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite